Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Amerîka yê nû kir

Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê, dilxweşiya xwe ji bo karkirin û pêşvebirina di warên hevbeş ên ligel Herêma Kurdistanê de nîşan da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 13.07.2021 pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka yê nû li Herêma Kurdistanê Robert Palladino kir.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bixêrhatin û pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê Giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir, hêviya serkeftinê ji xwast û hemû piştevanî xwe ji bo serkeftina wî di erkê xwe de nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî dubere kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngî li pêwendiyên bi Amerîka re dinêre û xwazyar e pêwendiyên wan di warên hevkarî û hevbeşiyê de wek herdem faktera aramî û ewlehiyê li Iraq û navçeyê be.

Li hemberê jî Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê, ji bilî xweşhaliya wî bi destbikarbûnê, dilxweşiya xwe ji bo karkirin û pêşvebirina di warên hevbeş ên ligel Herêma Kurdistanê de nîşan da û daxwaza Amerîka ya ji bo berdewamiya pêwendiyan û pêşvebirina di warên hevbeş ên ligel Herêma Kurdistanê de dubere kir.