Serok Barzanî hevxemiya xwe li malbatên qurbaniya şewata nexweşxaneya Nasiriye ragihand

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera şewata nexweşxaneya El-Husên li Nasiriye kir û xwe bi hevbeşê xema wan zanî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera şewata nexweşxaneya El-Husên li Nasiriye kir û xwe bi hevbeşê xema wan zanî.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Sersaxiyê li malbat û kesûkarên rûdana diltezîna agirketina li nexweşxaneya El Husênî ya bajarê Nasiriye dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”

Herwiha Serok Barzanî got: “Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruhê qurbaniyên wê rûdanê bi behişt şad bike û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên wê rûdanê dixwazim.”

Şeva borî agir bi nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li parêzgeha Zîqarê ket û di şewatê de nêzîkî 80 kesî canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.