Tirkiye hewla asankirina pêwendiyên bi Îsraîlê re dide

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî qutbûna pêwendiyan û nakokiyên di navbera Enqere û Til Avîvê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bi telefonê pêwendî bi Serokê Îsraîlê Isaac Herzog re kir.

Mijara sereke ya pêwendiya telefonî, pêwendiyên her du welatan bû û Serokomarê Tirkiyê ji Serokê Îsraîlê re ragihand, pêwendiyên di navbera her du welatan de, ji bo Rojhilata Navîn girîng e û egera hevahengiyê jî di navbera wan de heye.

Pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê vedigerin sala 1949an ku Tirkiye yekem welatê ku piraniya xelkê wê Misilman e dewleta Îsraîlê nas kir.