Îranê ferman daye mîlîşyayên Iraqê êrîşan li ser hêzên Amerîkî zêde bikin

Fermandarê Hewalgiriyê yê Supaya Pasdarên Îranê daxwaz ji mîlîşyayên Iraqê kirine ku êrîşên xwe li ser berjewendiyên Amerîkî li Iraqê zêde bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor hin jêderên agahdar, Fermandarê Hewalgiriyê yê Supaya Pasdarên Îranê Husên Tayib li ser rasperdeya Rêberê Îranê Elî Xamney daxwaz ji mîlîşyayên Iraqê kirine ku êrîşên xwe li ser berjewendiyên Amerîkî li Iraqê zêde bikin.

Li gor hin jêderên agahdar ku ji ajansa “Reuters” re ragihandine, hefteya borî Husên Tayib serdana Iraqê kiriye û bi mîlîşyayan Şîe yên Iraqê re civiye û wî peyama Rêberê Îranê Elî Xamney gihandiye serkirdeyên mîlîşyayan û ji wan re gotiye, fişarê li ser hêzên Amerîka li Iraqê û Sûriyê zêde bikin, ji bo ew hêzên xwe ji navçeyê vekişîne.

Li gor wan jêderan ku nexwatine navên wan were aşkerekirin, tevî wî fermandarê hewlgiriya Îranê serkirdeyên mîlîşyayan han dane ku êrîşên tolhildanê bikin, lê ji wan re gotiye jî, dûr bi şerê xwe bi Amerîka re neçin û rewşê aloztir nekin.

Jêderekî ji mîlîşyayên çekdar ku ji wê civînê agahdar e gotiye, Îraniyan şîret li wan kiriye ku ciyografiya êrîşên xwe li Iraq û Sûriyê berfireh bikin û êrîşên tolhildanê pêk bînin.

Ev di demekê de ye, piştî bomebarana Amerîkî li ser baregehên mîlîşyayên Iraqê li ser sînorê Iraq û Sûriyê di 27ê Hezîrana borî de û serdana Fermandarê Hewalgiriyê yê Supaya Pasdarên Îranê Husên Tayib, çendîn car in baregehên Amerîkî li Iraq û rojhilatê Sûriyê rastî êrîşan hatine.

Her di vê derbarê de jî, Wezareta Derve ya Îranê jî li ser raportê ti bersiv nedaye. Supaya Pasdaran jî ku pêştir her car gefên êrîşên tund li Amerîka dixwar, lê vê carê ew jî bêdeng e.