Îmarata Erebî balyozxaneya xwe li Îsraîlê vekir

Îmarata Erebî piştî pêvendiyên xwe bi Îsraîlê re asayî kirin, balyozxaneya xwe jî li paytext Tel Avîvê vekir.
Merasîma vekirina Balyozxaneya Îmaratê li Îsraîlê
Merasîma vekirina Balyozxaneya Îmaratê li Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Îmarata Erebî piştî pêvendiyên xwe bi Îsraîlê re asayî kirin, balyozxaneya xwe jî li paytext Tel Avîvê vekir.

Bi merasîmeke fermî, bi beşdariya Serokê Îsraîlê Isaac Herzog û Balyozê Îmaratê li Îsraîlê Mihmed Al Xace, îro 14.07.2021ê Balyozxaneya Îmaratê li Tel Avîvê hat vekirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid di twîttekê de vekirina Balyozxaneya Îmaratê li Îsraîlê bi rojeke dîrokî bi nav kir.

Roja 29.07.2021ê Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid bi serdaneke fermî geheştibû paytexta Îmaratê Ebû Dabî û di heman rojê de balyozxaneya welatê xwe li Îmaratê vekiribû.

Roja 15.09.2020ê Serokwezîrê Îsraîlê yê wê demê Benjamin Netenyahu û Wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdula Bin Zayd bi çavdêriya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, rêkeftina aştiyê îmze kiribûn.