Qubad Talebanî: Li Silêmaniyê bazar azadtir dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ligel bazirganên Silêmaniyê civiya û ragihand, ji niha û pê ve bazar azadtir dibin û pêşbaziya tendirust ji bo tevgera bazirganiyê diparêzin.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di civîna ligel bazirganên Silêmaniyê de behsa girîngiya sektora taybet kir û ragihand, hikûmet asankariyê dike ji bo sektora taybet bihêz bibe, ji bo peydakirina derfetên kar û vejandina jêrxaneya aboriyê bi sektora giştî re hevkar be.
Got jî: “Êdî ti kes û aliyek nikare destêwerdanê di karûbarên bazarê de bike. destnîşan kir jî, erkê dezgehên ewlehiyê, dabînkirina aramî û parastina jiyana welatiyan e û divê xwe ji siyasetê û ji her babeteke din dûr bixin.”
Di beşeke din a axaftina xwe, Qubad Talebanî got, divê sazî û dezgehên hikûmetê asankariyê ji bo birêvebirina karûbarên baziganan bike, ew jî wek hikûmetê bazar azadtir dikin û pêşbaziya tendirust ji bo tevgera bazirganiyê diparêzin.”
Herweha amaje bi pilana hukûmetê ya ji bo nehîştina rûtin di birêvebirina karûbarên bazirganan û welatiyan bi giştî kir û got: “Dê desthilat JI bo parêzgehê û rêveberiyan zêde bib, ji rûtîn bê kêmkirin û xizmetên baştir ji welatiyan re bê pêşkêşkirin.”
Ji aliyê xwe ve, bazirganan behsa zehmetî û astengiyên xwe kirin û Cîgirê Serokwezîr jî ew dilniya kirin ku êdî rê li wan nayê girtin.