4 kêlgehên xwedîkirina mirîşkan li Neynewayê ji aliyê Amerîka ve hatin nûjenkirin

Ew kêlgeh ji aliyê DAIŞê ve hatibûn têkbirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsolxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê ragihand, 4 kêlgehên xwedîkirina mirîşkan bi piştevaniya Amerîka li bajarokên Bexdîd û Bertele yên parêzgeha Neynewayê hatin nûjenkirin.

Konsolxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, “Bi piştevaniya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka, çar kêlgehên xwedîkirina mirîşkan li her du bajarokên Bexdîd û Bertele hatin vekirin. Bi hevkariya ligel Komeleya Xortên Neynewayê, me ew kêlgehên xwedîkirina mirîşkan yên DAIŞê têk dane avedan kirin”

Herwiha Konsolxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê diyar kir jî, wan amêrên nû û 2200 çêlikên mirîşkan ji wan kêlgehan re dabîn kirin, da ku ew kêlgeh careke din bikevin kar.