Amerîka ji bo dayîna deynan hêsankariyekê ji Îranê re dike

Hikûmeta Amerîkayê rê dide Komara Îslamî ya Îranê, bi pereyên ku ji aliyê Washingtonê ve hatine blokkirin, deynê Koreya Başûr û Japonyayê bide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Amerîkayê rê dide Komara Îslamî ya Îranê, bi pereyên ku ji aliyê Washingtonê ve hatine blokkirin, deynê Koreya Başûr û Japonyayê bide.

Amerîkayê îro çarşemê ragihand; rêdan hewleke Amerîkayê ye ji bo serkeftina pêvajoya danûstandinên Viyenayê ya li ser rêkeftina atomî ya 2015an.

Li gor wan cezayên ku Amerîkayê bi ser Îranê de sepandine, her kompaniyeke biyanî ku ligel Îranê danûstandinê bike, Amerîka wan welatan dixe nav lîsteya reş û hesabên wan ên bankayê blok dike.

Kompaniyên Koreya Başûr û Japonyayê beriya ku Amerîka ceza bi ser Îranê de bisepîne di sala 2019an de ligel Îranê danûstandin kirine.

Berdevkê Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ragihand; ev rêkar tenê ji bo dayîna qerzê ye û nabe ew pere vegere Îranê.