Şîrovekarê Iraqî: Parçekirina Iraqê û çêbûna dewleta Kurdistanê çareseriya bingehîn e

"Tiştê ku beriya 100 salan bi meqesa Brîtanyayê çêbû, bi temamî têk çû."
Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Cebar Meşhedanî
Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Cebar Meşhedanî

Hewlêr (K24) - Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Cebar Meşhedanî ragihand; parçekirina Iraqê û çêbûna dewleta Kurdistanê tekane çareserî ye ji bo rewşa Iraqê, tiştê ku beriya 100 salan bi meqesa Brîtanyayê çêbû, bi temamî têk çû.

Cebar Meşhedanî beşdarî bultena Jûrî Hewal a Kurdistan24ê bû û diyar kir: “Hûn Kurd in û taybetmendiyên we hene. Çima nebin xwedan dewleta xwe! Parçekirina Iraqê tekane çareserî ye ji bo vê rewşê û ewa ku beriya 100 salan bi meqesa Brîtanya hat kirin, bi temamî şikest xwariye.”

Meşhedanî behsa serokwezîrtiya Mistefa Kazimî jî kir û got; ji xwe Kazimî ji bo çareserkirina alozî û xwepêşandanan derket pêş. Tiştek di destê wî de nîne û bi tenê jî nikare bibe serokwezîr. Xwest hinek tiştan bike lê nekarî.

Şîrovekarê Iraqî li ser hilbijartinan jî diyar kir ku bi baweriya wî hilbijartin nayê kirin, eger hat kirin jî ti guhertinekê çênake. Helbet îhtimal heye li ser hilbijartinan şer jî derkeve.

Bi gotina wî şîrovekarî, her tiştê Iraqê ji aliyê Îranê ve tê kifşkirin û destnîşankirin. Yanê tiştek di destê berpirsên Iraqî de nîne, hemû ji aliyê Îranê ve tên birêvebirin.