Rojane bi sedan penaberên Efganî digihin Tirkiyê

Li gorî saziyên penaberan rojane hezar penaber ji ser Îranê derbasê bajarên Bakurê Kurdistanê dibin û her ku diçe hejmar zêde dibe.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Efganîstanê piştî ku Amerîkayê biryara vekêşînê da û Rêxistina Talîbanê bandora xwe zêde dike bo ser sînorên Tirkiyê jî hatina penaberên efganî zêde dibe. Li gorî saziyên penaberan rojane hezar penaber ji ser Îranê derbasê bajarên Bakurê Kurdistanê dibin û her ku diçe hejmar zêde dibe. Pisporên ku rewşa Efganîstanê dişopinin dibêjin, du rîskên mezin bo Tirkiyê hene li Efganîstanê.

Bi nêzîkbûna meha Îlonê ku Amerîkayê biryar daye heta vê mehê temamî ji Efganîstanê derkeve rêxistina Talîbanê jî li wê derê roj bi roj bandora xwe zêde dike. Ji ber zêdebûna bandora Talîbanê li Efganîstanê bo Tirkiyê jî hejmara penaberên Efganî ku derbasî bajarên bakurê Kurdistanê dibin zêde bûye. Heta di rojên dawî de rojnamevanê Kurd Ruşen Takva li bajarê Vana Bakurê Kurdistanê dîmenên derbasbûna komên penaberên efganî parve kirin. Derbarê van dîmenan de wezareta karên derve ya Tirkiyê jî daxuyaniyek ragihand û got ne raste ku penaber derbasî nava xaka Tirkiyê bûne.

Lê belê li gorî serokê Navenda Lêkolînên Penaber û Koçberiyê (ÎGAM) Metîn Çorabatir rojane herî kêm 1000 Penaberên Efganî ji sînorên Tirkiyê yên li Rojhilat derbasî nava bajarên bakur dibin û her ku talîban bandora xwe zêde dike hejmara penaberan jî zêde dibe.

Serokê ÎGAM ê Metîn Çorabatir ji K24ê re got: “Rojane hezar kes ji sînorên Tirkiyê yên li rojhelat derbasî nava bajarên Kurdan dibin. Hatina penaberên Efganî berê jî hebû lê niha li gel ciwanan, malbat, bijîşk û karmendên dewletê jî weke penaber derbasî Tirkiyê dibin ber aloziyan. Li Efganîstanê kaos, şerê navxweyî û bandora Talîban zêde bibe pêleke penaberan ya bi milyonan kesî dê berê xwe bidin Tirkiyê û taybetî jî dê li bajarên li ser sînor wek Wan û Agirî bicih bibin.”

Li gorî beşek pisporan jî ku rewşa li Efganîstanê dişopînin li pêşiya Tirkiyê du rîskên mezin hene û heta meha Îlonê bandora Talîban li wê derê zêde bibe dê hejmara penaberan jî zêde bibe.

Pispor Alî Semîn dibêje: “Li Efganîstanê di 6 mehên borî de 233 hezar kes neçarî cihê xwe terikandine. Ji ber bibandorbûna Talîbanê, pêleke mezin ya penaberiyê bo Tirkiyê li ber derî ye û egera şereke navxweyî jî her ku diçe zêde dibe. Ger Tirkiye li Efganîstanê bimîne û hêzên xwe zêde bike dê bikeve nava şereke navxweyî de û dê zirarên mezin bibîne. Li gel vê yekê heta meha Îlonê dê zelal bibe ku dê çiqas penaber bên Tirkiyê. Lê ji niha ve bi milyonana kes ji bo ku bên Tirkiyê berê xwe didin ser sînoran.”

Herwiha li gorî daneyên fermî yên wezareta karên derve ya Tirkiyê di çar salên dawî de ji Efganîstanê 400 hezar penaberên Efganî berê xwe dane Tirkiyê. Lê belê saziyên penaberan dibêjin niha li Tirkiyê di navbera 500 hezar heta milyonek penaberên Efganî li Tirkiyê ne zêdetir li bajarên bakurê Kurdistanê belav bûne.