Dr. Qasimlo li Diyarbekirê hat bibîranîn

Bi boneya salvegera qetilkirina Doktor Ebdurrehman Qasimlo li Diyarbekirê çalakiyek bîranînê hat amadekirin.

Diyarbekir (K24) - Bi boneya salvegera qetilkirina Doktor Ebdurrehman Qasimlo li Diyarbekirê çalakiyek bîranînê hat amadekirin. Di çalakiyê de beşdaran behsa rol û girîngiya Qasimlo ya di doza neteweyî ya Kurdistanê de kirin û behsa serdana Qasimlo ya Diyarbekirê jî hat kirin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li Diyarbekirê bi boneya 32. Salvegera Qetilkirina Doktor Ebdûrrehman Qasimlo bernameyek biranînê li dar xist. Bernameya bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameya bîranînê de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê PSKê Mesûd Tek axaftinek kir û bal kêşand ser perspektîf û xebatên Qasimlo û amaje kir ku divê di konjonktura îro ya siyasî de jî girîngî bi bi nêrîn û analîzên Ebdûrrahman Qasimlo were dayîn.

Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek ji K24ê re diyar kir: “Di konjonktura îro de Kurd dikarin sudeke wisa ji Qasimlo bistînin ku Qasimlo digot dostê xwe zêde bikin û dijminên xwe kêm bikin. Her wiha girîngî dida xurtkirina têkiliyên bi dewletên din re û bi qada navneteweyî re ku dixwest têkilî bi hêzên demokrat ên guherînparêz re were danîn.”

Di bernameya bîranînê de behsa Serdana Ebdûrrehman Qasimlo ya bo Diyarbekirê jî hat kirin. Siyasetmedar û Nivîskar Nûrî Sinir da zanîn ku di sala 1977an de Qasimlo dema hilbijartinên şaredariyan de ku Mehdî Zana namzetê serbixwe bû serdana Diyarbekirê kiribû.

Nûrî Sinir ji K24ê re eşkere kir: “Min ew di nava Bircên Diyarbekir de gerand, em çûn Birca Heftbira, em çûn Benûsenê. Di wan geran de bala min kêşand ku mirovek gelek zana bû û ramanên wî yên bibandor hebûn. Ev aliyê wî gelek bandor li min kir.”

Sekreterê Giştî Yê Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê Doktor Ebdûrrahman Qasimlo di 13ê Tîrmeha sala 1989an de li bajarê Viyanayê ku çûbû li gel nûnerên Îranê muzakereyênj aştiyê bike di encama êrîşeke çekdarî de li gel 2 hevalên xwe hat qetilkirin ku hîn jî gelek aliyên tarî yên vê reşkujiyê li benda ronîkirinê ne.