Iraq û Îran rûfatên 77 serbazan pevdiguhêrin

Piştî zêdetirî 30 salan ji şerê heşt salan ê Iraq û Îranê, îro rûfatên 77 serbazên Iraq û Îranê hatin pevguherîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî zêdetirî 30 salan ji şerê heşt salan ê Iraq û Îranê, îro rûfatên 77 serbazên Iraq û Îranê hatin pevguherîn.

Komîteya Xaça Sor a Navdewletî îro pêncşemê ragihand; li başûrê Iraqê, rûfatên 77 qurbaniyên şerê heşt salan radestî welatên wan hatin kirin.

Pevguherîn li deriyê sînorî yê Şelemçe yê li navçeya Şetulereb hat kirin û Iraq 34 rûfat û Îran jî 43 rûfat wergirtin.

Beriya niha jî di 8ê Nîsana 2021ê de herdu welat 68 qurbaniyên şerê heşt salan pevguherîbûn.

Herwiha di 18ê Kanûna 2018an de 46 rûfat di navbera herdu welatan de hatibûn pevguherîn.