Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê: Hilbijartin nayê paşxistin

"Hilbijartinên parlamentoyê ku biryar e di 10ê Cotmeha îsal de were lidarxistin, nehatiye paşxistin."

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand; hilbijartinên parlamentoyê ku biryar e di 10ê Cotmeha îsal de were lidarxistin, nehatiye paşxistin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir; îdia û gotegotên ku di medyayê de li ser paşxistina hilbijartinên parlamentoya Iraqê têne nîqaşkirin, ne rast in.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku serok û endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan amade ne ku hilbijartin di dema xwe de birêve biçe. Tevî vê yekê jî, Serokê Encûmena Komîsyaran Dadwer Celîl Ednan dest ji kar kişandiye.

Îro Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ew beşdarî hilbijartinên bê yên Iraqê nabe.

Herwiha Muqteda Sedir wezîrên xwe yên ser bi tevgera xwe yên di kabîneya Mistefa Kazimî de vekişand û got: “Ez xwe ji wan kesên ku niha di hikûmeta niha ya Iraqê de ne û ji kabîneya dahatû, dûr dixim, çimkî hemû gendelkar in.”