Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo qurbaniyên lehiyên li Ewropayê peyama sersaxiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo qurbaniyên lehiyên li Ewropayê peyameke sersaxiyê belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo qurbaniyên lehiyên li Ewropayê peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew hevxemê mabatên qurbaniyên ku di karesatên lehiyê de jiyana xwe ji dest dane û diyar kir: “Mexdûrên lehiyê û malbatên wan ên li Almanya, Belçîka, Luksemburg û Holandayê di bîra min de ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî dide hemû wan kesên ku vê bûyerê bandor li wan kiriye.”

Ji ber barîna baranê, li çend welatên Ewropayê lehî rabûn û 81 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî di nav lehiyê de winda bûne, ku di dîroka Ewropayê de weke lehiya herî xirab tê dîtin.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ragihand; tirsa wan ew e ku di çend rojên bê de wêneya temamê karesatê bi çavên xwe bibînin.

Hejmara miriyên ji ber lehiyê li Almanyayê gihîşt 81 kesan, heta niha hejmareke mezin ji welatiyan windane, li herêmên Vestfalya û Rhineland lehiyên mezin rabûne û zirareke mezin gihiştiye.

Li herêma Rhineland heta niha 1300 kes winda ne, desthilatdarên wê herêmê ragihandine ku ev hejmara mezin a windabûna xelkê, metirsîdar e. Herwiha zirareke mezin gihiştiye torên telefonê.

Li Almanyayê 1000 serbaz ji bo alîkarî û rizgarkirina xelkê hatine amadekirin.

Herwiha li Belçîkayê jî 12 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî winda bûne.