Nêçîrvan Barzanî: Naskirina jenosîda Kurdên Êzidî pêngaveke girîng e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara Parlamentoya Belçîkayê ya naskirina jenosîda Kurdên Êzidî kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara Parlamentoya Belçîkayê ya naskirina jenosîda Kurdên Êzidî kir û hêviya xwe nîşan da ku parlamentoyên welatên din jî wê komkujiyê weke jenosîd nas bikin.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand, “Naskirina komujiya Êzidiyan wek jenosîd li Parlamentoya Belçîkayê, pêngaveke girîng e, pêşwazî lê dikim.”

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe nîşan da ku parlamentoyên welatên din jî pêngavên bi vî rengî biavêjin û ev “bibe handerek ji bo qerebûkirin, vegerandina mafê xwişk û birayên Êzidî û cîbicîkirina dadweriyê bo qurbaniyan.”

 

Parlamentoya Belçîkayê roja pêncşemê 15ê Tîrmeha 2021ê ji bo pesendkirina projeyasaya naskirina jenosîda Kurdên Êzidî civiya û bi piraniya dengên parlamenteran komkujiya Kurdên Êzidî ya bi destê rêxistina DAIŞê bûbûn qurbanî, weke jenosîd qebûl kir.

Herwiha parlamento ji hikûmeta Belçîkayê daxwaz kir ku alîkariya Êzidiyan were kirin, da ku vegerin cih û warên xwe.

Parlamentoyê eşkere kir ku divê alîkariya wan kesan were kirin ku rûbirûyî tundiyê bûne û  ragihand: “Nabe ti tawanbarek rizgar bibe, bi taybetî li Iraq û Sûriyê.” Herwiha parlamento daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kir.