Şanda Herêmê beşdarî Diyaloga Stratejîk a Iraq û Amerîkayê dibe

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman ragihand; şanda Herêma Kurdistanê beşdarî Diyaloga Stratejîk a Iraq û Amerîkayê dibe.

Hewlêr (K24) – Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman ragihand; şanda Herêma Kurdistanê beşdarî Diyaloga Stratejîk a Iraq û Amerîkayê dibe.

Beyan Samî Ebdurehman ji K24ê re ragihand: “Hefteya bê, şanda Herêma Kurdistanê beşdarî Diyaloga Stratejîk a Bexda û Washingtonê dibe, ku biryar e ji bo diyarkirina dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê birêve biçe.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku beşdarbûna nûnerên Herêma Kurdistanê di vê diyalogê de gelek girîng e û biryar e mijarên girîng werin gotûbêjkirin.

Herwiha eşkere kir ku Diyaloga Stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê çend mijarên wkee enerjî, guherîna keşûhewa, dosyeya ewlehiyê, tendirustî, kulturî, perwerde, mafên mirovan û hilbijartinan li xwe digre.

Ev di demekê de ye ku duh Şêwirmedê Serokwezîrê Iraqê Husên Elawî ragihand; bi mebesta diyarkirina demekê ji bo vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di demeke nêz de dê serdana Washingtonê bike.