Koşka Spî dema civîna Biden û Kazimî eşkere kir

Koşka Spî dema civîna navbera Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Iraqê eşkere kir.

Hewlêr (K24) – Koşka Spî dema civîna navbera Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Iraqê eşkere kir û ragihand: “Ev civîn tekezkirina pêwendiyên stratejîk ên Washington û Bexdayê ye.”

Di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye ragihandin: “26ê vê mehê, Serokê Amerîkayê Joe Biden dê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bike ji bo tekezkirina li ser pêwendiyên stratejîk ên navbera Washington û Bexdayê.”

Li gor daxuyaniyê, Serokê Amerîkayê hêvî dike di hemû warên siyasî, aborî û ewlehiyê de pêwendiyên ligel Iraqê zêdetir pêş bikeve, bi taybetî jî di warê rûbirûbûna DAIŞê de.

Duh Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Husên Elawî ragihandibû; serdana Kazimî bo Washingtonê li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê ye. Herwiha biryar e Serokwezîrê Iraqê serdana çend welatên Ewropayê jî bike.