Li bazara Hewlêrê amadekariya Cejna Qurbanê

Li nav bazara Hewlêrê xelk bi amadekariyên Cejna Qurbanê ve mijûl in û pêwîstiyên cejnê dikirin.

Hewlêr (K24) – Li nav bazara Hewlêrê xelk bi amadekariyên Cejna Qurbanê ve mijûl in û pêwîstiyên cejnê dikirin, Bazara Şêxella yek ji bazarên herî mezin a Hewlêrê ye, ji ber vîrusa Koronayê çend sal bûn beriya cejnê weke niha qerebalix nebûbû.

Dikandarên bazarê dibêjin; li gor çend salên borî, bazara vê cejnê baştir e û heta niha bazareke baş heye û dikarên kelûpelên xwe bifiroşin.

Dikandarekî bi navê Ebdullah Ehmed ku çerez û şîraniyan difiroşe, diyar dike ku cejnên berê ji ber vîrusa Koronayê liv û tevgera li bazarê kêm bû, lê niha gelek kes pêwîstiyên cejnê dikirin.

Ji bilî ku gelek geştyar ji bo Cejna Qurbanê berê xwe dane Hewlêrê, ji ber başbûna rewşa darayî ya hemwelatiyan bazar qerebalix e.

Ehmed Umer ku yek ji dikaranên bazara Hewlêrê ye, gelek kelûpel anîne û dibêje: “Geştyarên ku hatine, ji xelkê me zêdetir xwarin û kelûpel dikirin.”

Bazara Şêxella yek ji bazarên herî qerebalix a Hewlêrê ye û li navenda bajêr e. Li gor gotina muşteriyan buhayê kelûpelan guncaw e, loma hejmareke zêde ji hemwelatiyan, bi taybetî di cejn û boneyan de berê xwe didin vê bazarê, lijneyên çavdêriya bazarê jî bi awayekî berdewam kalîte û buhayên kelûpelan dişopînin, da ku ti bazirgan û dikandar, buhayan zêde nedin.