Li Diyarbekirê liv û tevgera cejnê heye, lê danûstandin kêm e

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê welatî ji bo amadekariyan berê xwe didin bazarê.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê welatî ji bo amadekariyan berê xwe didin bazarê û bazara cil û bergan jî de tevger dest pê kiriye, welatî ji bihayan bi gilî ne û esnaf jî dibêjin ji ber ku rewşa aboriyê civakê ne baş e hatûçûn heye lê danûstan tine ye.

Ji ber ku Cejna Remezanê di nava qedexeyê de derbas bû esnafên nava Sûra Diyarbekirê çaverê ne ku xelk bo amadekariyên Cejna Qurbanê bêhtir berê xwe bidin bazarê. Di vê çarçoveyê yek ji bazarên ku deravê cejnê de geş dibe bazara cil û bergan e. Esnafên nava Sûr a Diyarbekirê dibêjin ji ber ku di serdema pandemiyê de bihayê cil û bergên ku bi tomarî ew distînin zêde bûye ew jî neçarin ji bo zirarê nekin bihatir bifiroşin, beşek ji esnafan jî bi gilî ne ku bi pirranî welatî bo danustana cejnê berê xwe didin navendên danustanê yên mazin û ev yek bandorek xirap li kare wan dike.

Dikandar Musa Kizilkaya ji K24ê re diyar kir: “Ji ber ku terziyên cil û bergan bidirûn an jî çekin peyda nabin em nikarin cilên nû bînin, dema cilên nû nebin jî welatî zêde danustanê nakin. Cilên ku berê 30-40 lîre bû niha derketiye 80-90 lîreyî.”

Herwiha dikandar Mehmet Yardim jî dibêje: “Diçin li navendên danûstanê yên mezin 300-400 lîreyî cilan distînin lê dikarin bi wî pereyî li vê derê 10 cûre cil bistînin. Mexduriyet heye.”

Welatî dixwazin bi cil û bergên nû pêşwaziya cejnê bikin, bi teybetî jî ev yek ji bo zarokan gelek girîng e û pirraniya welatiyan jî ji bo ku ji zarokên xwe re cil û bergan bistînin berê xwe didin bazara cil û bergan lê gelek welatî amaje dikin ji ber ku rewşa wan a aboriyê nebaş e ew nikarin cil û bergan ji zarokên xwe re bistînin.

Welatiyek dibêje: “Min ji xwarzî û biraziyên xwe re cil û berg sitandin.”

Herwiha welatiyekî din jî destnîşan kir: “Her tişt biha ye, em derketin ji zarokên xwe re cil bistînin lê em nikarin.”

Welatiyek jî dibêje: “Germ e, bihabûn heye, em nikarin ji zarokên xwe re tiştek bistînin.”

Esnafên nava Sûra Diyarbekirê didin zanîn ku eger 2 rojên beriya cejnê de jî hatinçuna welatiyan bo danustanê çênebe ev ê were wê wateyê ku Sûr navendbuna xwe ya di warê kirrîn û firotina cil û bergan ji dest bide ku êdî eleqe her ku diçe bo navendên mezin çêdibe, bo sedema vê rewşê jî dibêjin kesên xîzan ji berê xîzantir bûne, yên rewşa wan jî diçin navendên mezin danûstanê dikin.