Beşar Esed: Sûriye nihe rûbirûyî şerê aboriyê dibe

Serokê Sûriyê Beşar Esed di merasîma sûndxwarina destûrî de gotarek pêşkêş kir û ragihand, gelê Sûriyê bi xwînê welatê xwe parast.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Beşar Esed di merasîma sûndxwarina destûrî de gotarek pêşkêş kir û ragihand, gelê Sûriyê di çend salên şer ên derbasbûyî de ji cîhanê re çespand ku dikare di rûyê dagîrkeran de raweste û got: “Gelê Sûriyê bi xwînê welatê xwe parast.”

Serokê Sûriyê Beşar Esed careke din bi piraniya dengan weke Serokê Sûriyê hat hilbijartin îro li pêş endamên Encûmena Gel (Parlamento), kesayetiyên siyasî, leşkerî û olî û malbatên kuştî û birîndarên artêşa Sûriyê sûnda destûrî xwar û di merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

Beşar Esed ragihand, di qonaxa yekem a krîzê de dijminên Sûriyê xwastin gelê Sûriyê ji terorê bitirse, da ku welatiyê Sûriyê bibe çete û welatê xwe bifiroşe, lê gel ev plan pûç kirin.

Got jî: “Sûriyên li hundir mane, her çûne zêde bihêz bûne û zêdetir dikarin rûbirûyî zehmetiyan bibin. Kesên koçber bûne jî, plan ji wan re hatin danîn da ku bibin kareteke fişarê li Sûriyê, lê belê ew bûn krediyek û di demên pêwîst de dibin piştevan.”

Herwiha got: “Her kesê li bendê bû welat bikeve, banga min jê re ye da ku vegere hembêza welat, ji ber ku hemû plan têk çûn û welat ma.”

Serokê Sûriyê di beşeke din a gotara xwe de got: “Sûriye nihe rûbirûyî şerekî aboriyê dibe, lê belê gelê Sûriyê yê ku rûbirûyî hemû şeran bûye û piraniya xaka xwe vegerandiye, dikare di dijwartirîn dem de û bi heman vîn û îradeyê aboriya xwe ava bike.”

Beşar Esed got: “Dorpêça li ser Sûriyê hatiye sepandin, nikarê rê li ber wê bigire ji bo pêwîstiyên sereke peyda bike, lê belê ew bûye sedema xeniqandinê.” Tekez kir jî, “Sivikkirina cezayan girîng e, lê belê li şûna zêdebûna hilberînê nagire, ku ew bingeha başkirina rewşa jîyanê ye.”

Diyar kir jî: “Hejmara projeyên pîşesazî yên mezin yên niha li Sûriyê tên avakirin ji 3300 zêdetir in.” Tekez kir jî, di qonaxa bê de weberhênan zêde dibe.

Beşar Esed destnîşan kir: “Çareseriya tekane ya krîza Sûriyê, vekişîna hêzên dagîrker ên biyanî, jinavbirina terorê û sepandina desthilata dewletê li seranserî welat e.” Got jî: “Rizgarkirina xaka mayî ji terorê û piştevanên wan ên Tirk û Amerîkiyan armanca me ye.”