Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê girîngiyê dide pêkvejiyana aştiyane

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako û şanda pê re kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê pesnê ezmûna tebayî û pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda ên Herêma Kurdistanê da û destnîşan kir ku nimûneyeke geş a lêborîn û parastina mafên pêkhateyan li navçeyê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya berfirehkirina kultura pêkvejiyan û tebayîyê di navbera pêkhateyên olî û netewî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û daxwaz kir ku Kirîstiyanên derve vegerin şûnên xwe û li Kurdistanê xizmet bikin û piştrast kir jî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû asankariyên pêwîst ji bo vegera wan dike û mafên wan diparêze.