Belcîka 16 zarok û jinên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Belcîkayê 10 zarokên çekdarên DAIŞê, ligel 6 dêyên wan ji kampa Roj a Rojavayê Kurdistanê vegerandin.

Serokwezîrê Belcîkyayê Alexander De Croo ragihand, 10 zarokên çekdarên DAIŞê yên di jêr 12 saliyê re, ligel 6 dêyên wan bi firokeyê ji Sûriyê gihîştin Belcîkyayê.

Nivîsgeha Serokwezîrê Belcîkyayê di daxuyaniyekê de diyar kir, ew jin ji bo zîndanê hatin veguhastin û zarok jî ji bo dozgeriya taybet bi karûbarên ciwanan hatin şandin, ta ku li gorî yasaya parastina ciwanan tedbîrên pêwîst werin girtin.

Belcîka wek Fransayê, hejmarek mezin ji welatiyên wê çûn Sûriyê û tevlî DAIŞê bûn. Li gor amaran, zêdetir ji 400 welatiyên Belcîkî derbasî Sûriyê bûne û şer di nava DAIŞê de kirin.

Bi hezaran malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê hene û Rêvebiriya xweser dibêje rewşa van malbatan pêwîstiya wan destêwerdaneke navdewletî ye heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan vegerînin welatên xwe.