Li Meletî pêşbirka qeysiyên herî baş hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Meletî, di çarçoveya 24emîn Festîvala Qeysî ya Çand û Hunerê de, pişbirkê qeysiyên herî baş hate lidarxistin. Hejmareke zêde berhemhênerên qeysiyê beşdarî pêşbirka bûn.

Bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê, bi mêweyên xwe taybet bi qeysiyan navdar e, ji sedî heftê û pênc qeysiyên cîhanê ji Meletî tên hinardekirin. Ji ber vê Meletî wek paytextên Qeysiyê tê binavkirin.

Bi vê armancê gelek şahî û aheng jî tên lidarxistin ku Festîvala Qeysiyan yek ji wan e.

Îsal 145 berhemhênerên qeysiyê beşdarî pêşbirka qeysiyên ter bûn û qeysiyên herî baş yên navçeya Akçadaxê hatin bijartin.

Festîvala qeysiyan
Festîvala qeysiyan
Festîvala qeysiyan
Festîvala qeysiyan
Festîvala qeysiyan
Festîvala qeysiyan

 

Festîvala qeysiyan
Festîvala qeysiyan