Malbatên nexweşan bi çek êrîşî nexweşxaneyeke Bexdayê kirin

Ji ber nemana oksicînê li nexweşxaneyeke Bexdayê, malbatên pêketiyên Koronayê bi çek êrîşî ser nexweşxaneyê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber nemana oksicînê li nexweşxaneyeke Bexdayê, malbatên pêketiyên Koronayê bi çek êrîşî ser nexweşxaneyê kirin û kelûpelên bijîşkî şikandin.

Li gor zanyariyên ajansa “France Press”, Ji ber qutbûna elektirîkê û nemana oksicînê li nexweşxaneya Kindî ya Bexdayê, 4 pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dan, malbatên pêketiyan jî wek nerazîbûnê, bi çek êrîşî ser nexweşxane û kamendan kirin.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Polîsa Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, 10 kesên êrîşî ser nexweşxaneya Kindî kirine, hatine desteserkirin.

Li gor zanyariyan, nexweşxaneya Kindî li Bexdayê, navendeke nûjen û pêşketî ya taybet bi nexweşiya Koronayê lê ye û jeneratorên wê yên bihêz hene.

Ev di demekê de ye, berî çend rojan agir bi nexweşxaneya Koronayê li bajarê Nasiriye ya li başûrê Iraqê ketibû û herî kêm 60 kesan canê xwe ji dest dabûn.