Tîma Al-Ahly ji bo cara 10em bû qehremana Lîga Şampiyonên Afrîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Al-Ahly a Misrî bi ser tîma Kaizer Chiefs a Başûrê Afrîkyayê ket û ji bo cara 10em bû qehremana Lîga Şampiyonên Afrîkayê.

Şeva borî tîma Al-Ahly di fînala Lîga Şampiyonên Afrîkayê li stadiuma “Mihemedê Pêncem” li Casablanca ya Mexribê rûbirûyî tîma Kaizer Chiefs bû û bi encama 3-0 bi ser ket.

Golên tîma Al-Ahly di xulekên 53, 64 û 74 bi riya Mihemed Şerîf, Mihemed Mecdî û Omer El-Sulaya hatin tomarkirin.

Ev cara duyem li ser hev û cara dehem e tîma Al-Ahly a Misrî dibe qehremana Lîga Şampiyonên Afrîkayê.

Li Hemberê jî tîma Kaizer Chiefs a Başûrê Afrîkyayê cara yekem e digihe fînalê.