Dilewer Aladin: Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku divê hêzên wê li Iraqê bimînin

Dilewer Aladin: Eger Amerîka hêzên xwe li Iraqê kêmtir bike, dê nikaribe berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêze.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Enstîtuya Rojhilata Navîn a lêkolînan Dilewer Aladîn derbarê pêwendiyên Iraq û Amerîka û egera vekişandina hêzên Amerîka ji Iraqê ji K24ê re ragihand, Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku bi hêsanî ji Iraqê venakişe.

Dilewer Aladîn got: “Dikarin bibêjin ku Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku bi hêsanî ji Iraqê venakişe, ji ber ku karnameyeke wan a dewlemend ji bo Iraqê heye û berjewendiyên wan yên mezin li Iraq û herêmê hene û Iraq pêgeheke wê ya girîng ji Amerîka û hevpeymanên wê re heye.”

Got jî: “Ta niha Amerîka hejmareke mezin ji leşkerên xwe ji Iraqê vekişandine, lê arasteya wan hat guhartin û ew gihîşt wê baweriyê, eger hêzên xwe ji vê hejmara heye kêmtir bihêle, dê nikaribe berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêze.”

Dilewer Aladin li ser girîngiya hebûna şanda Herêma Kurdistanê di nava şanda Iraqê ya ji bo Washingtonê de got: “Demek e dest bi diyaloga stratejîk di navbera Iraq û Amerîka de bûye, nûnerên Kurd jî bi fermî di wê şandê hene, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê û hejmarek nûnerên din ên Kurd di şanda Iraqê de hene, girîngî jî di wê de ye ku dengê Herêma Kurdistanê di diyalogê de hebe û neyê piştguhkirin.”

Yekez kir jî, “Li cem Amerîka gelekî girîng e ku Herêma Kurdistanê hest bi hevpariya di diyalogê de bike, ji aliyekî din ve jî ji Bexdayê re jî girîng e ta ku ji Amerîkiyan re diyar bikin ku Kurd di diyalogê de nehatine bêparkirin