Li nava bajarê Efrînê otomobîleke bombekirî teqiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nava bajarê Efrînê otomobîleke hate teqandin. Li gor zanyariyên destpêkê, ti ziyanên canî nebûne.
Çalakvanên Efrînê belav kirin, li taxa Vêlat a Efrînê li nêzîkî nexweşxaneya Dêrsim, bombeyek bi otombîleke de teqiya.
Li gor zanyariyên destpêkê, tenê ziyanên madî çêbûne.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî tê çûye û her car teqîn rû didin û di encamê de jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.