Çend baregehên Heşda Şeibî hatin bombebarankirin

Hejmarek ji baregehên Heşda Şeibî li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatin bombebarankirin.
Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek ji baregehên Heşda Şeibî li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatin bombebarankirin.

Medyaya fermî ya Heşda Şeibî ragihand, baregehên wan yên li ser sînorê Iraq û Sûriyê rastî êrîşeke asmanî hatin.

Li gor medyaya Heşda Şeibî, di bombebaranê de ti ziyanên canî nebûne.

Ev di demekê de ye, êrîşên grûpên ser bi Heşda Şeibî ve li ser hêzên Amerîkî û Hevpeymanan zêde bûne, Amerîka jî çend car in baregehên Heşd li ser sînorê Iraq û Sûriyê bombebaran dike.