Ayhan Bîlgen: Di siyaseta Tirkiyê de valahiyeke heye divê bê tejîkirin

Nêrinên Ayhan Bîlgen li ser rojeva Tirkiyê û pirsa Kurd

Enqere (K24) – Li Tirkiyê Hevşaredarê berê yê Qersa Bakurê Kurdistanê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Ayhan Bîlgen di bernameyeke Televîzyonê de behsa avakirina partiyeke nû kiribû. Li ser vê mijarê, pirsa Kurd û geşedanên li Tirkiye û Bakur Ayhan Bîlgen pirsên Kurdistan24 bersivandin û da zanîn ku di siyaseta Tiriyê de valahiyek heye û şert û merc partiyeke nû pêwîst dibîne. Bîlgen diyar kir ku pirsa Kurd her girîngiya xwe diparêze û li gel deshilatê lazim e muxalefet jî ji dil û zelal nêzî vê mijarê bibe.

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de di heyama ku nîqaşên hilbijartineke pêşwext tê kirin û pirsa Kurd di rojevê de ye, Ayhan Bîlgen ku di hilbijartinên 2019an yên şaredariyê de weke hevşaredarê HDPê yê Qersê hatibû hilbijatin lê di 2ê Cotmeha 2020and e şûna wî qeyyûm hatibû tayînkirin û ji ber bûyerên 6 -8ê Cotmeha 2014an yên Kobaniyê ev 9 meh bûn di girtîgehê de bû di meha Hezîranê de hate berdan, di bernameyeke televîzyonê de behsa avakirina partiyeke nû kiribû. Derbarê mijara partiyeke nû, pirsa Kurd û serdana Erdogan bo Diyarbekirê de Ayhan Bîlgen pirsên Kurdistan24ê bersivandin.

Ayhan Bîlgen derbarê avakirina partiyeke nû de diyar kir ku li Tirkiyê niha di siyasetê de walahiyek mezin heye û partiyên heyî daxwazên gel çareser nakin û li gorî proseyê xwe naguherînin ji ber vê çendê pêwîstî bi partiyekê heye.

Ayhan Bîlgen got: “Li Tirkiyê tirsa parçebûnê ne tenê di nava deshilatê de di nava muxalefetê de jî tirsa sereke ye. Îro mixabin di siyasetê de valahiyek mezin heye û partiyên heyî ji bo kêşeyên gel nabin bersivek. Bi awayekî giştî bêbaweriyeke mezin ya gel dijî siyasetê heye û rêbazên siyaseta ku niha deshilat, muxalefet û HDP birêvedibe tê rexnekirin. Ger HDP, muxalefet û deshilat gorî dawaxên rewşa heyî xwe nû nekin bêgûman avakirina partiyeke nû û tevgerên nû dê tekez bin.

Di mijara pirsa Kurd û serdana Serokomarê Tirkiyê Erdogan bo Diyarbekir de jî Bîlgen da zanîn ku pirsa Kurd giringiya xwe diparêze û Diyarker e, ne tenê deshilat lazim e muxalefet jî di vê mijarê de zelal û ji dil be ku pirsgirêk bê çareserkirin.

Hevşaredarê berê yê HDPê Ayhan Bîlgen got: “Pirs Kurd giringiya xwe diparêze û di siyaseta Tirkiyê de jî diyarker e. Ger her ku pirsa Kurd bi rêbazên berê bê çareserkirin û ev pirs zêde girîng neyê dîtin dê ev kêşe her mezin bibe. Bêgûman girînge ku deshilatê li Diyarbekirê careke din ev pirs aniye rojevê. Bi qasî deshilatê lazim e muxalefeta Tirkiyê jî bo çareserkirin pirsa Kurd bibe xwedî helwesteke erênî û gav biavêje. Deshilat û muxalefeta Tirkiyê di pirsa Kurd de çiqas jidil û zelal bin bo Tirkiyê evqas erênî ye.”

Herwiha derbarê rewşa siyaseta Kurd ya li Tirkiyê de jî Ayhan Bîlgen amaje pê kir ku siyaseta Kurd kêşeyên gelê Kurd û kêşeyên li Tirkiyê dixwazin bi heman rêbazan û di tûrikekê de çareser bikin lê belê bîlgen dibêje tirs kêşe êş û metirsiyên Kurdan cuda ne û bi heman rêbazê nayê çareserkirin. Bilgen berdewam dibêje siyaseta Kurd li ser refleks û nêrînên berê dixwaze kêşeyan çareser bike lê belê bi wan hewlên xwe ji bo çareseriyan nabin bersiv.