Ferhat Encu şertên HDPê yên tifaqa bi her partiyekê de aşkere dike

HDP radigihîne bê şert û merc bi tu partiyan re tifaqê nakin
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – HDP radigihîne bê şert û merc bi tu partiyan re tifaqê nakin û bi tu awayî li gel partiyên ku kêşeya Kurd înkar dikin hevkariyê nakin. Parlamenterê CHP Mehmet Bekaroglu daxuyaniya HDP rast dibîne û dibêje partiya ku li Tirkiyê kêşeya Kurd înkar bike nikare bibe desthilat. Li gor rêvebirê AK Partî Abdurrahman Kurt helwesta HDP demkî ye û bi nêzîkbûna hilbijartinan HDP dikare li gel CHP tifaqê bike.

Hevseroka HDP Pervîn Buldan li ser tifaqên li nav partiyan ragihandibû ew girêdayî ne tu aliyan in û bang li opozîsyonê CHP kiribû ku der barê çareserkirina pirsa Kurd de helwesteke zelal nîşan bide. Buldanê amaje kir di hilbijartina şaredariyan de ku piştgiriya namzetên CHP kiribûn carek din heman helwestê dê nîşan nedin bila li benda piştgiriyeke wiha jî nebin.

Parlamenterê CHP Mehmet Bekaroglu axaftina Buldanê rast û di cîh de dibîne. Bekaroglu dibêje; “Meseleya Kurd yek ji meseleyên mezin ên li Tirkiyeyê, CHP jî tê da partiyên ku vê kêşeyê çareser nekin nikarin bibin desthilat.”

Parlamenterê CHP Mehmet Bekaroglu ji K24ê re wiha axivî: “Eger partiyeke siyasî polîtîkayeke ciddî bo çareserkirina kêşeya Kurd nîşan nede di hilbijartinan de bi ser nakeve û kêşeyên din ên sereke yên vî welatî jî çareser nabe. Loma gotinên birêz Pervîn Buldanê rast e û ew mafdar e. CHP jî tê da divê hemû partiyên siyasî ku eger armanca wan desthilatdariya vî welatî be divê di ajandaya xwe de cîh bide çareseriya meseleya Kurd. Ji bo vê em dibêjin, dûrî çek û tundiyê bi rêya siyasetê di parlamentoya Tirkiyeyê de di serî de li ser ziman, nasnameya Kurdî û bo daxwazên Kurdan divê em li gel partiyên siyasî kar bikin.”

Li gor Endamê Lijneya Rêvebirin û Biryara Navendî ya AK Partî Abdurrahman Kurt daxuyaniya Buldanê taktîkeke siyasî ye û bi nêzîkbûna hilbijartinê îhtimal heye bi mebesta têkbirina AK Partî, HDP nêzîkî CHP bibe.

Abdurrahman Kurt dibêje: “Bila kes xwe wek xwediyê dengên dengdêrên Kurd nebîne. Belê berê hin xeletiyên AK Partî çêbû. Dibe ku HDP rexne li AK Partî bike, jê hêrs bibe. Lê belê ji bo HDP şermeke mezin e ku ketiye pey CHP ku newêre li gel wan bi hev ra di heman kadrajê de bin. Ev nîşaneya acziyetê ye. HDP jixwe wek fîkren têk çûye. Bi ya min axaftina Buldanê demkî ye. HDP bi nêzîkbûna hilbijartinê ji bo AK Partî bi ser nekeve bi taybet bi bandora aliyên Îslamofobîk dê meyla xwe dîsa bide ser CHPê.”

HDP ji xeynî tifaqa heyî ya Milet û Komar, behsa rêyeke sêyem dike û ji bo vê bang li aliyên hêzên demokrat dike. Endamê Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDP Ferhat Encu dibêje; tu hêviya wan ji CHP û AK Partî nîn e. Encu amaje pê dike bêyî şert û merc bi tu partiyekê re tifaqê nakin û şertên HDP jî wiha rêz dike.

Ferhat Encu got: “Yekem şert li ser zimanê zikmakî ye. Hûn ê zimanê dayikê qebûl bikin an na? Ya duduyan li ser girtiyên siyasî ye. Ev 6 sal in hevserokên me berê, hevşaredarên me, parlamenter û rêvebirên me tev avêtine zindanê û bi salan ciza dane. Li ser girtiyên siyasî hûn ê ji berpirsên vê pergalê hisabê bipirsin û hevalên me dê berdin yan na? Ya sisiyan jî ew e ku talana li ser jîngeha Kurdistan û tevahiya Tirkiyê tê kirin pêşî li wan bê girtin yan na? Li ser van esasan şertên me hene. Li ser van şertên min rêz kir kîjan partî helwesteke pozîtîf nîşan bide em dikarin li gel wan rûnên û biaxivin.”

Li gor encama gelek rapirsiyên li ser rêjeya dengên partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê tê kirin rêjeya dengên tifaqa Miletê ya ji CHP û IYI Partî pêk tê û ya tifaqa Komarê ku ji AK Partî û MHP pêk tê nêzîkî hev in. Di rewşeke wiha de bi taybet girîngî bi dengdêrên Kurd tên dayîn ku aliyê ku bibe desthilat dê diyar bike.