Li bazarên Diyarbekirê qerebalixî heye lê kirîn-firotan kêm e

Li caddeya Sakaryayê qerebalixî heye lê esnaf ji nebûna danûstanê bi gilî ne.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di cihên sereke yên bazara cejnê lê tên danîn de hatin çûn û qerebalixek gelek zêde heye lê esnaf ji wê yekê bi gilî ne ku danûstan qasî qerebalixa ku xuya dike çênabe. Yek ji navdartirîn caddeyên Diyarbekirê li Caddeya Sakaryayê jî dîmenê mîtîngê heye lê danûstan zêde nîne.

Li Diyarbekirê di cihên sereke yên bazara cejnê lê tên danîn de hatin çûn û qerebalixek gelek zêde heye lê esnaf ji wê yekê bi gilî ne ku danûstan qasî qerebalixa ku xuya dike çênabe. Yek ji navdartirîn caddeyên Diyarbekirê li Caddeya Sakaryayê jî dîmenê mîtîngê heye lê danûstan zêde nîne.

Dirêjtirîn bazara Diyarbekirê ku ji cil û berg û xurekan heta mobîlyayên malê lê tên firotin caddeya navdar a Diyarbekirê li Caddeya Sakaryayê ber bi Cejna Qurbanê ve qerebalixek wisa peyda bûye ku li hinek deveran meş jî zehmet dibe. Welatiyên navçeya navendî ya Diyarbekirê navçeya Rezan berê xwe didin Caddeya Sakaryayê ku amadekariyên xwe yên dawîn bo Cejna Qurbanê bistînin. Di Caddeya Sakaryayê de dimenek wisa heye ku dişibe mîtîng an jî mîhrîcanekê, ango ewqas qerebalix e lê esnaf ji nebûna danûstanê bi gilî ne. Esnaf Yûsûf Şîmşek dibêje welatî dîmenê qerebalix di dansûtanê de xwe nade der.

Dukancî Yûsûf Şîmşek dibêje: “Her ku diçe kare me kêm dibe. Dibêjin aborî mazin dibe, lê di rastîyê de biçûk dibe. Eger bo esnafan piştgirî newe dayîn di vê hefteyê de kare me bibe jî bê wate ye. Pereyê em bi dest dixin jî diçe bo kehrebe, xaza siruştî û avê. Bo her tiştî zam tê.”

Welatiyên ku bo danûstana Cejna Qurbanê berê xwe didin Caddeya Sakaryayê dibêjin li gorî salên borî hêza wan a danûstanê daketiye û ji ber vê yekê jî welatiyên ku rewşa wan a aboriyê ne baş be jî ji neçarî destvala vedigerin malên xwe.

Caddeya Sakaryayê yek ji navdartirîn caddeyên Diyarbekirê ye ku dirêjiya wê derdora 2 kîlometreyî ye û rojane kêmzêde 20 hezar welatî bo danûstana pêdiviyên xwe berê xwe didin vê caddeye û deravên cejnê de ev reqem digihîje heta 50 hezarî jî .