Li Bexdayê teqîn: 36 kes hatin kuştin

Li bazareke devera Sedir a Bexdayê teqînek çêbû, li gor zanyariyên destpêkê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan ku ji wan 2 kes zarok in.

Bexda (K24) – Li bazareke devera Sedir a Bexdayê teqînek çêbû, li gor zanyariyên destpêkê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan ku ji wan 2 kes zarok in û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Teqîn li bazara Wehîlat a Bexdayê çêbû û ev teqîn di demekê de bû ku welatiyên li wê deverê ji bo amadekariya Cejna Qurbanê danûstandin dikirin.

Tîmên rizgarkirinê ji bo veguhestina birîndar û qurbaniyên teqînê gihiştin ciyê bûyerê.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya teqînê li ser xwe negirtiye.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî biryar da ku fermandarê polîsê wê deverê ji kar dûr bixe û derbarê wî de dest bi lêpirsînê were kirin.

Ev teqîn di demekê de pêk hat ku beriya niha Îstixbarata Serbazî ya Iraqê hişyarî dabû ku îhtimala rûdana bûyerên terorîstî li deverên Kerx, Resafe û Sedir heye.