Xortekî Kurd di girtîgehên rêjîma Sûriyê de hat kuştin

Xortekî Kurd ê ji herêma Efrînê di zîndanên rêjîma Sûriyê di bin eşkenceya hovane de hate kuştin.
Azad Ebdulqadir Soran
Azad Ebdulqadir Soran

Navenda Nûçeyan (K24) – Xortekî Kurd ê ji herêma Efrînê di zîndanên rêjîma Sûriyê di bin eşkenceya hovane de hate kuştin.

Çalakvanê Kurd Mistefa Şêxo ji K24ê re ragihand, xortê Efrînî Azad Ebdulqadir Soran ji berî du mehan ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê li Helebê hatibû revandin, duhî di girtîgeha Îstixbarata Siyasî de di bin eşkenceya hovane de hate kuştin.

Wî çalakvanî diyar kir, Azad Ebdulqadir Soran berî du mehan li ser rêbenda di navbera taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd de ji aliyê grûpa El-Baqir yê ser bi rêjîma Sûriyê ve hatibû revandin, piştî ku rastî eşkenceya hovane de hat, ji bo Nexweşxaneya Leşkerî hate veghastin û li wir canê xwe ji dest da.

Da zanîn jî, Azad Ebdulqadir Soran ji gundê Xilalka ya Efrînê ye, 35 salî ye û bavê 3 zarokan e.