Arif Ruşdî: Bi vekişîna Amerîka re DAIŞ dê serê xwe hilde

Şêwimendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî: Eger Amerîka bê bername ji Iraqê vekişe, DAIŞê dê careke serê xwe hilde.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwimendê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Arif Ruşdî ragihand, eger Amerîka bê bername ji Iraqê vekişe, DAIŞê dê careke serê xwe hilde.

Şêwimendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî derbarê birêveçûna gereke din a danûstandinên stratejîk di navbera Amerîka û Iraqê de ji K24ê re ragihand, “Guftûgo derbarê rêkxistina pêwendiyên Iraq û Amerîka ji bo qonaxa piştî vekişandina hêzên Amerîkî ji Iraqê tên kirin, lê belê bi nêrîna min, beşek ji hêzên Amerîka dê li Iraqê bimînin, ji ber ku hîn erkê wan bi dawî nebûye û pêwîstiya Iraqê jî bi hevkariyên Amerîka heye.”

Şêwimendê Polîtburoya PDKê got jî: “Hewl tên dayîn ku pêwendiyên Iraq û Amerîka ne tenê di warê leşkerî de be, lê belê divê ev pêwendî berfirehtir bibin û di hemû waran de bin.”

Destnîşan kir jî, “Biryara Encûmena Iraqê ya derketina hêzên Amerîka ji Iraqê, ne biryareke giştgîr e, Kurd û Sune ne razî ne û tenê Şîeyan deng li ser wê biryarê da, lê mana hêzên Amerîka li ser daxwaza hikûmetê ye. Me dît dema Amerîka vekişiya, DAIŞê piraniya Iraqê dagîr kir. Eger Amerîka bê bername ji Iraqê vekişe, DAIŞ dê careke din serê xwe hilde.”

Arif Ruşdî diyar kir, “Li derdora Herêma Kurdistanê, navçeyên Suneyan û Bexdayê jî, liv û tevgera DAIŞê zêde bûye. Herwiha DAIŞê berpirsatiya teqîna li navçeya Sedir a Bexdayê jî girte ser xwe. Hikûmeta Iraqê ne di wê astê de ye ku bi tena xwe bikaribe rûbirûyê DAIŞê bibe.”