Tirkiye: Hevdîtina Macron bi MSDê re ziyanê digihîne navçeyê

Wezareta Derve ya Tirkiyê, hevdîtina Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi şanda MSDê re, bi tundî şermezar dike.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron
Serokê Fransayê Emmanuel Macron

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Tirkiyê, hevdîtina Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi şanda MSDê re, bi tundî şermezar dike û ragihand, ev helwesta Macron ziyanê digihîne ewlekariya Tirkiyê.

Şand ji rayedarên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser pêr li Parîsê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron civiya bû û di civînê de rewşa ewlehiyê pêşhatên dawiyê yên şerê li dijî DAIŞê hatibûn gotûbêjkirin.

Di wê derbarê de, Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy da xuyakirin, ev helwesta Macron ziyanê digihîne ewlekariya Tirkiyeyê, serwerî û yekparçeyiya Sûriyê û aramiya navçeyê.

Hamî Aksoy got jî, Macron ne hevdîtin bi MSDê re kiriye, lê belê piştevaniya Fransa bo MSD ragihandiye ku Tirkiye vê grupê wek terorîst bi nav dike.

Aksoy got, divê rayedarên Fransayê bizanin, HSD xwenîşandanên aştîyane û aliyên sivîl dike armanc û kiryarên xirap li zîndaniyan dike.