Erdogan: Eger Amerîka mercên qebûl bike em ê li Efxanistanê bimînin

Desthilata Tirkiye dixwaze li Efxanistanê bimîne. Lê partiyên dijberiyê rexneyên tund li desthilatê digirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilata Tirkiye dixwaze li Efxanistanê bimîne. Lê partiyên dijberiyê rexneyên tund li desthilatê digirin ku ev yek ji bo leşkerên wan metirsiyeke mezin e. Herwiha ji ber pirsgirêkê hatine koçberên Efxanî jî mijareke mezin ya nîqaşê ye ku li ser kêşeya koçberên Sûrî ev jî zêde dibe.

Daxwaza mana li Efxanistanê, bûye nakokiyeke mezin ya desthilat û dijberiya Tirkiyê. Aliyên dijber, rexne li desthilatê digirin ku li cihê Amerîka û NATO jê vedikişe, çawa leşkerên Tirk lê dihêlin. Herwiha pêl bi pêl koçberên Efxanistanê jî berê xwe dane Tirkiyê ku ji niha ve bûne sedema kêşeyên mezin.

Her çend di çarçoveya rola NATOyê de bîst sal in Tirkiye li Efxanistanê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dibêje, wan dijî hêzên emperyalîst, li gel xelkê Efxanistanê cih girtine.

Erdogan got: “Hêzên emperyalîst, ne yekemcar e li Efxanistanê pirsgirêkan dirust dikin. Hê berê jî bi têkoşîna xelkê Efxanistanê hatin derxistin. Careke din ketin û niha 20 sal in hêzên emperyalîst li Efxanistanê ne. Me hember wan li gel xelkê Efxanistanê cih girt. Me Balefirxaneya Kabûlê parast û alîkariyên mirovî gihand.”

Erdogan dibêje niha proseyeke nû heye. Amerîka biryara vekîşanê daye û ji wan xwestiye Balefirxaneya Kabûlê biparêzin ku ew jî bi erênî lê dinêrin lê sê mercên wan hene. 

Serokomarê Tirkiyê mercên Tirkiyê diyar kirin û got: “Sê mercên me hene. Piştevaniya dîplomasî, alîkariya lojîstîkî û alîkariya darayî.  Eger ev bi cIh werin em dikarin Balefirxaneya Kabûlê birêve bibin. Hin nerazîbûnên Talîbanê hene. Em dikarin hevdîtinan bikin. Çawa ew bi Amerîkayê re rûdidin, dikarin bi me re jî hevdîtinan bikin. Di warê olî de jî nakokiyên me nînin. Nêrîna min ew e ku em ê li hev werin.”

Derbasbûna Efxaniyan ji sînorê Îranê bo sînorê Tirkiyê bi komên mezin didome. Herî dawî, li navçeya Erdîşa Wanê, 113 koçberên ku neyasayî ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûne hatin desteserkirin.

Piştî koçberên Sûrî, li ser zêdebûna pirsgirêka koçberên Efxanî di nav xelkê Tirkiyeyê de rastî nerazîbûneke mezin tê û tê pêşbînîkirin, dê ev yek bandoreke mezin li dengderên AK Partiyê bike.