Gereke din a diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê dest pê dike

Nûnerên Herêma Kurdistanê jî beşdarî diyaloga stratejîk dibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê bi serokatiya şandekê gihîşt Amerîka û gereke din a diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de dest pê dike.

Bi mebesta beşdariya di gera çarem a diyaloga stratejîk di navbera Amerîka û Iraqê de ku biryar e 23ê Tîrmehê dest bê bike, şandeke Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên gihîşt Amerîka.

Biryar e hefteya bê jî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Washingtonê bike û roja 26ê Tîrmehê li Koşka Sipî bi Serokê Amerîka Joe Biden re bicive.

Pêştir, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman ji K24ê re ragihandibû, nûnerên Herêma Kurdistanê jî beşdarî diyaloga stratejîk a Iraq û Amerîka dibin.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, dawiyê vê hefteyê diyaloga stratejîk a Iraq û Amerîka derbarê man yan vekişîna hêzên me ji Iraqê tê kirin.