Efsaneyên Real Madrîd û Barcelona li Tel Avîvê rûbirûyî hev bûn

Di klasîkoyeke dostane de, efsaneyên berê yên Real Medrîd û yên Barcelone li Tel Avîvê lîstin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di klasîkoyeke dostane de, efsaneyên berê yên Real Medrîd li Tel Avîvê bi encama 3-2 bi ser efsaneyên berê yên Barcelonayê ketin.

Li stadiuma Bloomfield li Til Avîvê klasîkoyeke dostane di navbera efsaneyên berê yên Real Medrîd û efsaneyên berê yên Barceloneyê de birêve çû.

Efsaneyên berê yên Real Madrîd Pedro Munitis, Alfonso Perez û Ruben de la Red golên tîma xwe di xulekên 42 û 44 û 70 de tomar kirin.

Efsaneya Brazîlî Ronaldinho gola yekem a Barcelonayê di xuleke 27 de bi riya lêdaneke sizayê tomar kir, piştre Jofre Mateu gola duyem di xuleka 59 de tomar kir.

Di yariyê efsaneyên wek, Codina, Nunez, Ivan Campo, Fernando Sanz, Roberto Carlos, Mila, Rivera, Figo, Amavesca, de la Reed, Alfonso, Velasco, Victor, Alex û Monitise, bi Real Madîrdê re lîstin.

Anjouy, Juan Carlos, Deho, Tortolero, Guiquitchia, Deco, Mendita, Arbon, Rivaldo, Saviola, Ronaldinho, Guzman, Amor, Ronald de Boer, Coco, Jofer Mathieu û Okonwo bi Barcelona re lîstin.