Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Yunanistanê peywendiyeke telefonî encam dan

Her du aliyan daxwazên xwe yên ji bo pêşxistina warên peywendiyan, hevbeşî û alîkariya du aliyane dûpat kirin.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis îro çarşemê 21ê Tîrmeha 2021ê peywendiyeke telefonî encam dan û têde peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Yunanistanê guftûgo kirin û her du aliyan daxwazên xwe yên ji bo pêşxistina warên peywendiyan, hevbeşî û alîkariya du aliyane dûpat kirin.

Serokwezîrê Yunanistanê daxwaza lêborînê kir ku serdana çaverêkiriya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hate paşxistin û xwesteka xwe ya ji bo encamdana serdanê di demeke guncaw ya paşerojê de nîşan da.

Pêşhatên dawî yên belavbûna pejika vîrusa Koronayê, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend babetên din ên ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, aliyekî din ê peywendiya telefonî ya di navbera wan de bû.