Seroka Şaredariya Parîsê pesnê rola Serok Barzanî dide

“Fransa bi çavên rêzgirtinê li hêzên Pêşmerge dinêre ku bi rêberiya Serok Mesûd Barzanî di şerê terorîstên DAIŞê de roleke berçav di têkbirina DAIŞê de lîst.”

Hewlêr (K24) – Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo pesnê rola Serok Barzanî da di serkeftina şerê dijî DAIŞê de û ragihand: “Fransa bi çavên rêzgirtinê li hêzên Pêşmerge dinêre ku bi rêberiya Serok Mesûd Barzanî di şerê terorîstên DAIŞê de roleke berçav di têkbirina DAIŞê de lîst.”

Di çarçoveya Kongreya Civaka Navdewletî ya Parêzgar û Serokên Şaredariyan a Frankofonê de ku bi beşdariya 300 parêzgar û serokên şaredariyan a bajarên cîhanê, li bajarê Kîgalî yê paytexta Ruandayê birêve diçe, îro çarşemê 21ê Tîrmeha 2021ê Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ligel Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo civiya.

Di civînê de pêşvebirina peywendî û hevahengiyên her du aliyan hatin gotûbêjkirin ji bo aktîvkirina hevfêmkirina destexwişkiya navbera Hewlêr û Parîsê.

Piştre Seroka Şaredariya Parîsê tevî nîşandan kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtinê, spasiya Parêzgarê Hewlêrê kir ji ber pêkanîna civînê û pesn û pêzanînên welatê xwe ji bo rola Serok Barzanî ya di têkbirina terorîstên DAIŞê de anî ziman û destnîşan kir ku Fransa bi çavên rêzgirtinê li hêzên Pêşmerge dinêre ku bi rêberiya Serok Mesûd Barzanî di şerê terorîstên DAIŞê de roleke berçav di têkbirina DAIŞê de lîst û ji bo hemû mirovahiyê karîn li şûna hemû cîhanê şerê terorîstan bikin û ew vê yekê ti car jibîr nakin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw silav û rêzdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand û spasiya helwest û rola dîrokî ya Fransayê kir di piştgîrî û hevkariya berdewam a ji bo gelê Kurdistanê di demên dijwar de, bi taybetî di şerê terorîstên DAIŞê de, piştre Parêzgarê Hewlêrê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên navbera Hewlêr û Parîsê kiriye û bi fermî Seroka Şaredariya Parîsê vexwende Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.