HezKurd: Divê em li dijî van êrîşan sekneke giştî nîşan bidin

Hereketa Zimanê Kurdî li ser êrîşên nijadperestî yên li dijî Kurdan ên li bajarên Tirkiyê peyamek belav kir.
Li bajarê Konya yê Tirkiyê komeke 60 kesî êrîşî malbateke Kurd kirin û kesek hat kuştin
Li bajarê Konya yê Tirkiyê komeke 60 kesî êrîşî malbateke Kurd kirin û kesek hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hereketa Zimanê Kurdî li ser êrîşên nijadperestî yên li dijî Kurdan peyamek belav kir û ragihand: “Em wek Hereketa Zimanê Kurdî, bang li hemî Neteweya Kurd dikin ku, divê êdî li dijî van êrîşên gelemperî sekneke giştî nîşan bidin.”

HEZKURD di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Ev çend roj in li bajarên Tirkiyê êrîşên nîjadperest li dijî Kurdan pêk tên. Ev êrîşên hovane ji ber nasnameya Kurd bûyînê û ji ber axaftina Zimanê Kurdî pêk tên. Bi salan e, nasname û zimanê Kurdan ji hêla dewleta Tirk ve bi awayekî sîstematîk û fermî tê înkarkirin. Bi vê yekê jî nijada Tirk çi dema ku bi şêweyekî têkeve qeyranên navxweyî, kerba xwe bi hovane ji Kurdan derdixe. Siyaseta tirkan jî heman rêbazê pêk tîne. Dijî vê yekê Neteweya Kurd ji ber ku bê ser û ber e, li dijî van êrîşan herdem bê bersiv maye û dimîne. Her wiha bi şêweyekî derûnî xwe radest kiriye.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Em wek Hereketa Zimanê Kurdî, bang li hemî Neteweya Kurd dikin ku, divê êdî li dijî van êrîşên gelemperî sekneke giştî nîşan bidin. Hemî mafên xwe yên yasayî û demokratîk yên li qada navneteweyî bi kar bînin. Ev yek jî tenê bi pêşengiya mafnas û ronakbîrên Kurd û bi piştevaniya giştî pêkan e.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Bi vê yekê em weke Hereketa Zimanê Kurdî, bi komîsyona parêzerên HEZKURDê û bi hemî endamên xwe yên xwebexş, van êrîşên dirindane şermezar dikin û bi her awayî şopînerê van bûyeran in. Û banga me ji hemî saziyên sivîl yên Kurdan re ew e ku, li pişt Baroyên xwe bisekinin û bi pêşengiya hemî baroyên Kurdan yên rêzdar, li dijî van êrîşên tundrew bibin bersiv. Di dawiyê da soza vê yekê didin ku weke HEZKURD emê van êrîş û bûyerên hovane hetanî qada navneteweyî bibin û hesabê van êrîşan li dadgehên navneteweyî bipirsin. Herwiha em spasiya baroyên Kurdan û bi taybetî jî spasiya 15 baroyên ku li dijî van êrîşan bertek nîşan dane dikin û piştevaniya xwe ji bo wan tînin ziman. Bila bê zanîn ku Kurd hene, Zimanê Kurdî heye û dê her hebe.”

Li bajarên Afyon, Konya û Enqere yên Tirkiyê di heyama 3 rojên borî de li dijî Kurdan êrîşên nijadperest qewimîn û di encama van êrîşan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 13 kes birîndar bûn.