Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskowê birêve diçe

Bi hevkariya Dezgeha Kurdistan24 ya Ragihand û Lêkolînan, Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskowa paytexta Rûsyayê birêve diçe.
kurdistan24.net

Moskow (K24) - Bi hevkariya Dezgeha Kurdistan24 ya Ragihand û Lêkolînan, Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskowa paytexta Rûsyayê birêve diçe.

Rêvebera Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskowê diyar dike ku ji ber sedemên vîrusa Koronayê (Covid-19) mêvanên ji Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ji beşdarbûna festîvalê bêpar man.

Herwiha destnîşan kir ku di bernameya festîvalê de 35 fîlm hene, ji wan 15 fîlmên dirêj û 20 fîlmên kurt.

Rêzan Yeşîlbaş bi fîlma "Bêdeng" beşdarî vê festîvalê bûye û dibêje; heta niha zêdetirî 100 xelat bi dest xistine.”

Yeşîlbaş ji K24ê re diyar kir: “Navê fîlma min Bêdeng e, 15 deqqe ye, li ser zindana Diyarbekirê ye, min deh sal berê ev fîlm qedand.”

Roja yekem a festîvalê fîlma "Keçên Rojê" hat nimayîşkirin.