Li kampa awareyan a Erbetê şewat derket

Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Silêmaniyê ragihand; agir li kampa Aştî ya li devera Erbet a li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ket.

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Silêmaniyê ragihand; agir li kampa Aştî ya li devera Erbet a li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ket.

Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Silêmaniyê Rêkan Cemal ji Kurdistan24ê re ragihand; di şewatê de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Rêkan Cemal diyar kir ku tîmên agirkuj şewat kontrol kirine û li ser sedema şewatê jî heta niha ti zanyariyek li ber destan tune ye.

Hêjayî gotinê ye ku zêdetirî 2 hezar malbatên aware di wê kampê de niştecî ne, ku hemû xelkê Şingalê û Erebên Mûsilê ne.