HRW: Desthilatdarên Îranê li hember xwepêşanderan hêz bi kar anîn

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand; desthilatdarên Îranê li dijî xwepêşanderên Xozistanê hêz bi kar anîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand; desthilatdarên Îranê li dijî xwepêşanderên Xozistanê hêz bi kar anîne û ji ber vê yekê 3 kesên ji xwepêşanderan hatine kuştin û bi dehan kes jî birîdar bûne.

Human Rights Watch (HRW) di raportekê de ragihandiye ku desthilatdarên Îranê li dijî xwepêşanderên parêzgeha Xozistanê hêz bi kar anîne, ku ji bo nîşandana nerazîbûna xwe derketibûn kolanan.

Rêxistina HRê ji Tehranê daxwaz kiriye ku lêkolînên şefaf li ser kuştina 3 xwepêşanderan bike û kêşeya bêavî ya wê parêzgehê jî çareser bike.

Di 15ê Tîrmehê ve ji ber tunebûna ava vexwarinê, li parêzgeha Xozistan a Îranê xwepêşandan berdewam e û heta niha 3 kes di xwepêşandanan de hatin kuştin û bi dehan kes jî hatin desteserkirin