Li Urmiyê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin

Ji ber zêdebûna vîrusa Koronayê (Covid-19) û bilindbûna hejmara qurbaniyan, hatûçûn li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê hat qedexekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber zêdebûna vîrusa Koronayê (Covid-19) û bilindbûna hejmara qurbaniyan, hatûçûn li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê hat qedexekirin.

Îro înê 23ê Tîrmeha 2021ê, Navenda Rûbirûbûna Koronayê ya li Urmiyê ragihand; pênc bajarên parêzgeha Urmiyê di rewşa sor a zêdebûna Koronayê de ne û rojane nêzîkî 700 kes bi Koronayê dikevin, loma me biryar da ku heta demeke nediyar rêyên parêzgeha Urmiyê bigrin.

Ji destpêka belavbûna Koronayê heta niha li Îranê 3.62 milyon kes bi vîrusa Koronayê ketine û 88 hezar û 63 pêketiyên vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.