Milîsên Iraqê: Em nahêlin ti serbazekî biyanî li Iraqê bimîne

Desteya Hevahengî ya Grûpên Muqaweme yên Iraqê daxuyaniyek li ser gera dawî ya diyaloga stratejiyê ya Bexda û Washingtonê belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Milîsên Şîe yên Iraqê diyar dikin ku ew nahêlin ti serbazekî biyanî li ser axa welatê wan bimînin.

Desteya Hevahengî ya Grûpên Muqaweme yên Iraqê daxuyaniyek li ser gera dawî ya diyaloga stratejiyê ya Bexda û Washingtonê belav kir û ragihand: “Rahênerên serbazî yên Amerîka û Hevpeymanan şikest xwarin li Iraqê û rola sîxûr bi ser dezgehên ewlehiyê de dibînin, loma em nahêlin ti serbazekî biyanî li ser axa Iraqê bimînin.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Erkê sereke yê hêzên esmanî yên Amerîkayê li Iraqê, parastina Îsraîlê û sîxûriya bi ser grûpên muqawemeyê de ye.”

Sekreterê Milîsên Esayîbê Ehlê Heq Qeys Xezelî jî duh ragihandibû: “Mayîna hêzên Amerîkayê ji bo xelkê Iraqê nîne, ji bo berjewendiya Îsraîlê ye.”