Joey Hood: Serok Barzanî û gelê Kurdistanê hevpeymanên girîng ên Amerîkayê ne

Amerîka pesnê rola Kurdistanê dide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Washington destnîşan dike ku Serok Barzanî û gelê Kurdistanê di şerê dijî terorê de hevpeymanên girîng ên Amerîkayê ne.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de û herwiha gera nû ya diyaloga stratejiyê ya navbera Amerîka û Iraqê kiriye, ku niha li Washingtonê birêve diçe.

Joey Hood ragihandiye ku Serok Barzanî û gelê Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de hevbeşên girîng ên Amerîkayê ne.

Hood herwiha eşkere kiriye ku Amerîka pesnê rola Kurdistanê dide di wê diyaloga ku di  navbera Amerîka û Iraqê de birêve diçe.