Li Diyarbekirê rewşa Koronayê metirsîdar dibe

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku Diyarbekir di nava 5 bajarên herî zêde tûşbûna vîrusa koronayê lê zêde bûye de ye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku Diyarbekir di nava 5 bajarên herî zêde tûşbûna vîrusa koronayê lê zêde bûye de ye. Li Diyarbekirê bi girêdayî sistbûna bergiriyan û bikarneanîna maskeyê rewş metirsîdar dibe ku li Diyarbekirê rêjeya bikaranîna vaksînê %39 e.

Li gorî nexşeya ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyeyê heftane bo bajaran tê ragihandin Diyarbekir ji aliyê zêdebûna tûşbûna vîrusa koronayê ve ketiye nava 5 bajarên di rêza ewil de ne. Nexşe dide zanîn ku li Diyarbekirê di navbera 10 û 16ê Tîrmehê de ji her 100 hezar kesan 117 kes tûşî vîrusa koronayê bûne ku ev yek tê wê wateyê ku li Diyarbekirê hefteyekê de kêmzêde 2080 kes, rojane jî 300 kes tûşî vîrusa koronayê dibûn û niha rewş xiraptir e.

Rêveberê Jûra Bijişkan ê Diyarbekir Îbrahîm Halîl Mert dibêje hem sistbûna bergiriyan hem jî bikarnanîna vaskînê bûye sedem ku li Diyarbekirê rewş xirap bibe ku her ku diçe metirsîdartir dibe.

Îbrahîm Halîl Mert ji K24ê re diyar kir: “Sedema rewşa niha ew e ku beriya tendirustiyê girîngî bi aboriyê hat dayîn, bergirî bo geştiyariyê sist bûn û tûşbûn zêde bûn. Li Diyarbekirê jî rewş metirsîdar e ku niha rojane kêmzêde 450 kes tûşî koronayê dibin, %75ê ku tûşbûnê jî kesên ku vaksîn li xwe nedayîne. Divê li herêma me li gund û navçeyan li bajaran bi zimanê Kurdî reklamê vaksînê were kirin da ku bala xelkê bikêşe.”

Li Diyarbekirê hejmara vaksînên hatine bikaranîn derdora 670 hezarî de ye ku ev yek ji aliyê rêjeyî ve %39 e. Rêjeya giştî ya Tirkiyeyê jî %63 ye û rêjeya Diyarbekirê ji rêjeya giştî ya Tirkiyeyê gelek dûr e. Welatiyên ku hatine vaksînkirin jî bang dikin ku kesên dora wan a vaksînê hatibe bila vaksînê li xwe bidin da ku pêşî li belavbûnê were girtin.

Welatiyekî ji K24ê re diyar kir: “Min vaksîn li xwe da qet pirsgirêk çênebû, 2-3 rojan mile min êşiya wekî din çi pirsgirêk çênebû, apê min ji ber ku vaksîn li xwe neda niha di beşa lezgîn de bi giranî derbas dike, vaksîn li xwe bida wisa giran nedibû.”

Herwiha welatiyekî din jî dibêje: “Mirov vaksînê bi kar bînin baştir e, lê min vaksîna xwe bi kar neanîye.”

Welatiyek jî diyar dike : “Doh me çû vaksîna xwe li xwe da û baş e, kesên dora wan hatî bila li xwe bidin.”

Nişteciyekî Diyarbekirê jî destnîşan dike: “Ji ber ku millet vaksînê li xwe nade nexweşî  zêde dibe, min li xwe xist, ez bang dikim ku herkes vaksîn bibe.”

Di nexweşxaneyên Diyarbekiêr de derdora 160î tuşbuyî tên dermankirin û li navçeya navendî ya Diyarbekirê Rezanê tenê di 1 rojê de 250 kes tûşî vîrusa koronayê bûn.

Jûra Bijişkan a Diyarbekir hişyariyê dide ku dema tevgera cejnê jî bikeve ser de piştî cejnê ew pêşbînî dikin ku li Diyarbekirê pêla 4. a Pandemiyê were dîtin û ji ber ku eleqeya bo vaskînê kêm e, bergirî hatine sistkirin, varyanta deltayê leztir belav dibe vê carê dê ji pêlên din metirsîdartir be.