PKKê li çiyayê Metîna teqe li Pêşmergeyê Zêrevanî kir

Li xaleke Pêşmergeyê Zêrevanî ya li çiyayê Metîna yê li devera Amêdî, îro şemiyê 24ê Tîrmeha 2021ê, di demjimêr 8:30ê de, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) teqe li amûrên serbazî yên Pêşmergeyê Zêrevanî kir.

Duhok (K24) – Li xaleke Pêşmergeyê Zêrevanî ya li çiyayê Metîna yê li devera Amêdî, îro şemiyê 24ê Tîrmeha 2021ê, di demjimêr 8:30ê de, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) teqe li amûrên serbazî yên Pêşmergeyê Zêrevanî kir.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Mihemed Êmînkî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di teqekirina îro ya PKKê de bo amûrên serbazî yên Pêşmergeyê Zêrevanî ti ziyaneke giyanî nebûye, Pêşmerge jî bersiva teqekirinê daye.”

Cemal Mihemed Êmînkî eşkere kir: “PKK peyama Serok Barzanî ya heramkirina şerê birakujiyê weke derfet dibîne û car caran gefê dixwin û şer difiroşin Pêşmerge.”