Şerê PKK û Tirkiyê zirar dide sektora geştyariyê ya Amêdiyê

Ji ber şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyê yê li sînorê nahiya Şêladizê ya ser bi navçeya Amêdiyê, hejmara geştyaran bo wê navçeyê kêm bûye.
kurdistan24.net

Duhok (K24) – Ji ber şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyê yê li sînorê nahiya Şêladizê ya ser bi navçeya Amêdiyê, hejmara geştyaran bo wê navçeyê kêm bûye û piraniya cihên geştyariyê yên wê navçeyê di bin gefa artêşa Tirkiyê û PKKê de ne, herwiha li parêzgeha Duhokê 20 cihên geştyariyê ji ber şer hatine girtin.

Li havîngehên nahiya Şêladizê li gor salên borî rêjeyeke kêm geştyar têne dîtin, ev jî ji ber hebûna PKKê û artêşa Tirkiyê li wê deverê ye.

Cebar Ebdullah ku yek ji xwediyên cihên geştyariyê ye li Amêdiyê, ji K24ê re diyar kir ku eger şerê PKKê nebûya, îsal hejmara geştyaran zêdetir dibû, hinek caran wisa bûye ku cihên geştyariyê têne girtin, hejmarek ji geştyaran daxwaz dikin ku bi şevan li cihê geştyariyê bimînin, lê ditirsin û namînin. Herwiha diyar dike ku ew dixwaze şerê PKK û Tirkiyê li Herêma Kurdistanê nemîne.

Li ser veberhênana li sektora geştyariyê, Rêveberê Geştûguzariya Amêdiyê Mihemed Nezîf diyar dike ku veberhêner hene ku projeyên mezin ên geştyariyê li wê deverê çêbikin, lê şerê PKK û Tirkiyê bûye sedema wê yekê ku proje dest pê nekin.

Li parêzgeha Duhokê zêdetirî 250 cihên geştyariyê hene, şerê PKK û Tirkiyê bi giştî bandoreke mezin li ser sektora geştyariyê kiriye, nêzîkî 20 cihên geştyariyê ji ber nêzîkî eniyên şer, hatine girtin.